Serokwezîrê Iraqê diçe DYAyê: Peymanên petrol û gazê di rojevê de ne
RûpelNews - Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder el-Ebûdî îro di konfêranseke çapemeniyê de de got ku di serdanê de tê payîn ku peyman û memorandumên lihevkirinê yên cihêreng di navbera her du welatan de bên îmzekirin.
El-Ebûdî destnîşan kir ku peymanên ku dê bên îmzekirin dê bi taybetî li ser sektorên petrol û gaza xwezayî bin, û got: "Peymanên ku dê bên îmzekirin dê memorandumên cuda yên lihevkirinê di sektorên petrol û gaza xwezayî de li xwe bigirin. Iraq xwe amade dike ku şîrketên cuda yên amerîkî bikişîne welêt, ku ev yek dê alîkariyê bide zêdekirina kapasîteya hilberîna petrola wê."
Hikûmeta Iraqê armanc dike ku bi riya veberhênanên nû di sektora enerjiyê de, hem kapasîteya hilberînê zêde bike û hem jî hevkariya aborî ya bi DYA re xurt bike.
Li gorî Reutersê, tê payîn ku di dema hevdîtinên li Washingtonê de, ji bilî hevkariya di sektora enerjiyê de, mijarên têkildarî pêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de jî werin gotûbêjkirin.