Tirkiye xeta hesinî heta Helebê dirêj dike: Xeta Hîcazê tê vejandin
RûpelNews - Uraloglu di çalakiyeke AK Partiyê de li Afyonkarahisarê diyar kir ku armanca wan a sereke xurtkirina lojîstîk û veguhastina kelûpelan e. Wezîrê Tirk got: "Em dixwazin xeta kevn bi şêweyekî sembolîk û dîrokî vejînin, lê ji bo veguhastina baran, em ê pêşî xeta xwe ya hesinî heta Helebê dirêj bikin."
Girêdana bi Qamişlo û Iraqê re
Uraloglu her wiha eşkere kir ku ew ê xeta hesinî ya ku ji Nisêbînê ber bi Qamişloyê ve diçe jî vejînin. Bi vî awayî Tirkiye dê bi rêya xeta hesinî bi Sûriye û Iraqê re were girêdan. Hat ragihandin ku ev proje di rojeva hikûmetê de ne û giringiyeke stratejîk didin wan.
Lêçûna projeyê: 110 mîlyon dolar
Li gorî daxuyaniya wezîr, lêçûna projeya dirêjkirina xeta hesinî ya heta Helebê nêzîkî 110 mîlyon dolar e. Uraloglu bal kişand ser wê yekê ku di navbera Heleb û Şamê de xeteke hesinî ya aktîf heye û ev yek dê hêsankariyê ji bo veguhastina herêmî peyda bike.