TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Tesîsa atomî ya Îranê hat bombebarankirin!

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 21 adar 2026 15:46
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê ragihand ku êrîşa hewayî ya li ser Tesîsa Atomî ya Natanzê ya li Îranê ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve hatiye kirin û li tesîsê bi bombeyên 'sitargeh kunker' hatiye lêdan.

RûpelNews - Di raporeke televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê de, li ser zarê çavkaniyên agahdar hat ragihandin ku êrîşên hewayî yên li ser Tesîsa Atomî ya Natanzê ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve hatine kirin.

Di raportê de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Amerîkayê Tesîsa Atomî ya Natanzê bi bombeyên 'sitargeh kunker' (bunker-busting) bombebaran kirine.

Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihandibû ku Amerîka û Îsraîlê êrîşek li ser Navenda Atomî ya Şehîd Ehmed Ruşen a Natanzê pêk anîne, ku ji aliyê çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê yên Îranê ve xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Îran: Ji bo xelkê ti xeterî nîne

Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê diyar kiribû ku, li gorî lêkolînên teknîkî yên piştî êrîşan hatine kirin, li tesîsa atomî ti rijandina radyoaktîf çênebûye û ji bo xelkê herêmê ti xeterî nîne.

Amerîka ku par di dema 12 rojan de beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê bûbû, di 22ê Hezîranê de li sê tesîsên atomî yên li Natanz, Fordo û Îsfahanê xistibû.

Parve bike: