Cîhan
''Tê gumankirin bombeya li kampa Qadya teqiya ji aliyê PKKê ve hatibe çandin''
PeyamaKurd – Şeva borî li kampa Qadya ya koçberên Şingalê li Zaxo teqînek çêbû û di encamê de, 2 zarok hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Asayişa Zaxo Şivan Sindî diyar kiriye: “Teqîn bi rêya bombeyeke TNT hatiye vedan û tê gumankirin ku ji aliyê PKKê ve ew bombe hatibe çandin, ji ber ku bombe li nêzîkî mala Neqîbê Asayişê yê bi navê Şêx Hesen bû û piştir jî çekdarên PKKê gefa kuştinê li wî xwaribû.”
Şivan Sindî da zanîn: “Teqîn bi rêya bombeyeke TNTê hatiye çandin û kablo pê ve bû. Ev teqîn bi kiryarên PKKê ve diçe.”
Rêveberê Asayişa Zaxo eşkere kir: “Pêştir jî bi heman awayî PKK bombe li cihên giştî danîbûn û Pêşmerge û endamên asayişê şehîd kiribûn.”