TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Sêrtê bombeya çandî bi leskeran de teqiya: 2 lesker birîndar bûn

📅 31 gulan 2022 17:28

PeyamaKurd – Li navçeya Perwarî ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, dema paqijkirina bombeyeke çandî ya PKKê de, teqîn çêbû û 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Parêzgarê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu ragihand  ku îro 31ê Gulanê li dorûbera gundekî Perwariya Sêrtê, bombeyeke çandî hatiye tespîtkirin û tîmên paqijkirina mînan dema xwestine bombeyê pûç bikin bi wan de teqiyaye.

Di teqînê de 2 leşker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku herdu leşkerên birîndar ji ber giranbûna birînên wan, piştî veguhestina nexweşxaneya Dewletê ya Perwariyê ji bo Nexweşxaneya Perwerdê ya Sêrtê hatine şandin.

Parve bike: