TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

TAYBET - Bûyera VEJÎNê: Gelo wan êrîşî polîsan kir, an polîsan êrîş kir? 

📅 11 hezîran 2026 15:31
Li Amedê, di 10ê Hezîranê de di navbera berdevkê Tevgera Vejîn a Kurdistanê (VEJÎN) Ferît Azad û hevalên wî û polîsan de alozî derket. Di encamê de Ferît Azad û endamê VEJÎNê Faîk Bayram bi tohmetên "berxwedana li dijî pêkanîna erkê" hatin girtin. Lêbelê bûyer wekî ku wan êrişî polîsan kiribe hate belavirin. Parêzer, mexdûr û şahidhalan hûrgiliyên bûyerê ji RûpelNewsê re anîn zimên. 

RûpelNews - Bûyer piştî serbestberdana Ferît Azad qewimî, yê ku di 10ê Hezîranê de ji mala xwe hatibû girtin û bo dadgehê hatibû anîn. Dema ku hevalên wî, yên ku ji bo silavdayîna wî hatibûn, li ber dadgehê hewl dan ku bi kurdî bi selfiyekê vîdyoyeê tomar bikin û ji malbatên xwe re bişînin, polîsên trafîkê yên ku ji deverê derbas dibûn destwerdan kirin.

"Polîsan sivikatî li zimanê kurdî kirin"

Li gorî îdiayên ku ji aliyê rêveber û endamên VEJÎNê ve hatin kirin, polîsan bi bikaranîna zimanê kurdî henek kirin; dema ku polîsên bi cîlên sivîl ketin nav bûyerê, ew rastî êrîşê hatin û hewl dan ku Mustafa Guzel bifetisînin.

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku piştî hişyariyekê ku kişandina selfie vîdyoyê li derveyî avahiya dadgehê qedexe ye, gengeşî derketiye, gumanbar li hember polîsên peywirdar li ber xwe dane, û di pevçûnê de du polîs birîndar bûne, di nav wan de yekî ku tiliya wî ji cih derketiye.

"Bila dîmenên kamerayê bên lêkolînkirin; em qurbanî ne"

Ferît Azad, Faîk Bayram, Mehmet Elîgul û Mustafa Guzel, yên ku bi kelepçeyên plastîk hatibûn binçavkirin, li Dadgeha 5emîn a Sulhê ya Amedê, ku piştî prosedurên polîsan ew şandibûn wir, tawanbarî red kirin. Kesên navborî parastin ku wan bi polîsan re ti pevçûneke fîzîkî nekiriye û daxwaza berdanê kirin û tekez kirin ku bêgunehiya wan dê bi lêkolîna raporên bijîşkiya edlî û dîmenên çavdêriyê yên wê demê were îsbatkirin.

Lêbelê, parêzerên wan Sidki Zilan û Sabahattin Korkmaz diyar kirin ku muwekîlên wan xwedî cîhekî rûniştinê yê daîmî ne, ku ji bo sûcekî tawanan ti hincetên berbiçav nînin, û ku biryara binçavkirinê di vê qonaxê de dê bibe tedbîreke zêde tund.

Biryara dadgehê

Piştî lêkolîna dosyeyên dozê û raporên muayeneyên bijîjkî, Dadgeha 5emîn a Sulhê ya Cezayê ya Amedê biryar da ku gumanbar Ferît Azad û Faîk Bayram di bêne girtin, bi berçavgirtina daxuyaniyên gilîkeran, raporên muayeneyê yên ku bi van daxuyaniyan re li hev dikin, û gumanê ku delîlên dîjîtal ên ku hêj nehatine lêkolînkirin dibe ku bên destwerdan. Biryara girtinê ya ji bo gumanbarên din, Mehmet Elîgul û Mustafa Guzel, hat redkirin. Biryar hat dayîn ku ev kes bi şertê ku hefteyê du caran li emniyetê îmzeyê biavêjin û ji welat dernekevin, serbest bên berdan.

"Zulmek hatiye kirin"

Piştî aloziyên li derveyî dadgehaê, Mustafa Guzel, ku bi çavdêriya dadwerî hatibû berdan, Evîn Azad, hevjîna girtî Ferît Azad, û yek ji parêzerên dozê Sebahedîn Korkmaz, derbarê bûyerê de ji RûpelNews re axivîn. Wan diyar kir ku bûyer wekî tê îdiakirin pêk nehatiye û îdia kirin ku ew rastî tundiya polîsan hatine.

Parêzer Sabattin Korkmaz: Biryar ne qanûnî ye

Parêzer Sabattin Korkmaz, biryar wekî "skandaleke yasayî" bi nav kir û diyar kir ku muwekîlên wî bi awayekî neheq hatine muamele kirin, û wiha got:
"Ji aliyê yasayî ve biryareke skandal hatiye dayîn. Li dijî muwekîlên me kiryareke giran a bêrêzî û bêqanûnî hatiye kirin. Di vê dozê de li hember polîsan ti berxwedanek çênebûye. Midaxeleya polîsan neqanûnî û rûreşker bû. Dozgeriyê jî bi şandina dozê rasterast ji bo dadgehê û daxwaza binçavkirinê bêyî ku îfadeyên muwekîlan bigire, li dijî prosedurê tevgeriya ye. Biryara binçavkirinê ya di vê qonaxê de ne pîvaneke adilane ye. Em doznameya xwe amade dikin; gava ku belgeyên ku hemû hûrgiliyên bûyerê eşkere dikin derkevin holê dê diyar bibe ku îdiayên bêbingeh in. Em ê nehêlin ku ev bêhurmetî û pesindayîna tundûtûjiyê bêbersiv bimîne heta ku em bigihîjin encamekê."

Evîn Azad: Hevjînê min teqez êrîşî polîsan nekir; raporeke me ya bijîşkî heye

Evîn Azad, hevjîna girtî Ferît Azad, diyar kir ku bûyer ji ber kişandina vîdyoyeke selfî bi telefonê mezin bûye, û wiha got:
Ferît berê vîdyoyek li ser wê yekê kişandibû ku wî leşkeriya xwe red kiribû. Ew ji ber vê yekê hat darizandin û di bin çavdêriya malê de hat berdan. Piştî ku dozgeriya wan li dadgehê bi dawî bû, wan xwest ku bi hevalên xwe re bi telefonê selfîe vîdyoyekê bikişînin, lê destûr nehat dayîn. Hevjînê min û hevalê wî hatin girtin. Bêguman hevjînê min êrîşî polîsan nekir; berevajî, ew bixwe hatin lêdan. Rapora tenduristiyê ya ku me ji nexweşxaneyê wergirtiye jî vê yekê piştrast dike."

Mustafa Guzel: Ji ber axaftina bi kurdî henekê xwe bi me kirin

Endamê VEJÎNê Mustafa Guzel, yê ku piştî bûyerê bi merc hat berdan, diyar kir ku polîsan bi daxuyaniyên xwe yên alîgir gel xapandiye. Guzel bûyer wiha got:

"Dema ku Ferit hewl dida li ser peyarêyê vîdeoyê bikişîne, polîsekî trafîkê ku di wir re derbas dibû mudaxele kir. Paşê polîsekî bi cîlên sivîl ji ber axaftina me ya bi kurdî henekên xwe bi me kir, lê me bersiv neda. Di wê gavê de, polîsê trafîkê ez ji qirikê girtim û hewl da ku min bifetisîne. Min derbarê vê yekê de raporek tenduristiyê wergirt. Wan bi xerabî û niyeta pîs êrîşî me kir. Lêbelê, polîsan tenê dîmenên kêliya girtina me parve kirin; bi veşartina kêliyên êrîşa li ser me, wan hewl da ku wisa nîşan bidin ku me êrîş li wan kiriye. Dibe ku wan bi xwe raporên pizîşkî wergirtibin ji ber ku destên wan ji lêdana me êşiyabûn. Di qonaxa dozgeriyê de jî daxuyaniyên me nehatin berçavgirtin."

Platforma Neteweyî ya Kurd li ser girtinan bertek nîşan da

Ji aliyê din ve Platforma Netewî ya Kurd derbarê Ferît Azad û Faîk Bayram, endamên VEJÎNê yên ku piştî aloziyên li derveyî dadgehê hatin girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê ya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku biryara girtinê tu bingeheke wê ya yasayî nîne û ew zexteke dadwerî ya "siyasî û antî-demokratîk" e ku tenê ji bo bêdengkirina civaka sivîl hatiye armanckirin. 

Platformê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê vê pêvajoya neqanûnî qebûl nekin û dê ji nêz ve çavdêriya dozê bikin û bang li rayedarên dadweriyê kir ku dawî li vê bêqanûnîtiyê bînin û girtî demildest bêne berdan, di heman demê de bang li gel kir ku hevgirtina xwe xurtir bikin.

Parve bike: