TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Talîban: Em hêvî dikin Trump qezenc bike

📅 11 cotmeh 2020 09:46

PeyamaKurd – Berdevkê Tevgera Talîban a Afganistanê Zabihullah Mucahîd li ser pêketina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi vîrusa koronayê û hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdarê daxuyanî dan.

Berdevkê Talîbanê ji bo Trump got, "Em hêvî dikin hilbijartinê qezenc bike û dawiyê li hebûna leşkerî ya Amerîka li Afganistanê bîne.”

Rayedarekî din ê Talîbanê jî li ser testa Trump a Covid-19ê gotiye, “Piştî testa Trump pozîtîf derket em ketin fikaran. Lê belê rewşa tenduristiya wî baş diçe.”

Parve bike: