Tagesspiegel: Keyfxweşiya golê ya Deniz Undav îşaret e bi kurdbûna wî
RûpelNews - Di gotara Charlotte Bruch a di Tagesspiegelê de hat destnîşankirin ku reqsa ku Deniz Undav piştî tomarkirina golê pêk anî, ne pîrozbahiyeke asayî bû. Li gorî nivîskarê, tevgera ku lîstikvanê kurd li ser qadê nîşan da, perçeyek ji reqseke kevneşopî ya kurdî-êzîdî ye û wekî îfadeyeke zelal a nasnameya çandî ya lîstikvan xizmet dike.
"Ji ber ku dewleta wan nîne, ew hewl didin ku hesta xwe ya aîdiyetê bi awayên cuda nîşan bidin"
Di gotarê de hate bibîranîn ku dewleta kurdan an jî tîma wan a neteweyî nîne û hate diyarkirin ku ji ber vê sedemê, gelek kurd û êzîdî hewl didin ku eslê xwe û hesta xwe ya aîdiyetê bi awayên cuda xuya bikin. Hate parvekirin ku pîrozbahiya gola Undav jî divê di vê çarçoveyê de were dîtin.
Bruch nivîsî ku derketina futbolîstekî kurd-êzîdî bi formeya tîma neteweyî ya Almanyayê ve diqadê de ji bo gelek kesan xwedî girîngiyeke taybet e. Hat destnîşankirin ku Undav ne tenê serkeftina werzişî, lê di heman demê de îhtîmala hebûna çendîn nasnameyan a li gel hev temsîl dike.
Paşxaneya malbata Undav
Di gotarê de herwiha behsa paşxaneya malbata futbolîst jî hat kirin. Li gorî gotarê, malbata Undav ji navçeya Wêranşarê a Rihayê ye. Hat gotin ku bavê wî kurd û êzîdî ye, lê diya wî xwediyê pasaporta Sûriyê ye û malbat piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an koçî Almanyayê kiriye. Undav, ku li bajarokê Varel ê li eyaleta Almanyayê ya Saxonyaya Jêrîn ji dayik bûye, xwediyê hem welatîbûna alman û hem jî ya tirkî ye.
Ew bûye hedefê nijadperestên tirk
Tagesspiegel her wiha destnîşan kir ku Undav di salên dawî de, bi taybetî ji aliyê hin derdorên nijdadperest ên li Tirkiyeyê ve bûye hedef. Hat ragihandin ku futbolîst di dema maçekê de li Stenbolê ji aliyê temaşevanan ve rastî heqaretê hatiye û li ser medyaya civakî bi gotinên wekî 'xayîn' û 'segê bêwelat' hatiye hedefgirtin. Di gotarê de hat gotin ku dirûşmên bi heqaretên li ser diya wî jî hatine bihîstin.
Bruch parast ku ev bertek ne tenê bi hilbijartina wî ya tîma neteweyî ve girêdayî bûn, lê di heman demê de îfadeya eşkere ya nasnameya wî ya kurdî ya li ber çavan jî rolek lîstibû. Hat bibîranîn ku futbolîstê berê xwe wekî kurd, ne wekî tirk, pênase kiribû, û dema ku biryara xwe ya hilbijartina tîma neteweyî ya Almanyayê diyar dikir, gotibû ku ew pêşbînî dike ku piştî çend performansên xirab li Tirkiyeyê rûbirûyê heqaretên giran bibe.
Di gotarê de hat gotin ku Undav ji ber vê yekê bûye sembola 'nîqaşa dilsoziyê', bi taybetî di nav derdorên neteweperest de, û ku ew carinan ji ber nasnameyên xwe yên kurd û êzîdî dihat hedefgirtin.
“Beşdarbûna hevalê wî yê tîmê di keyfxweşiya wî de tevgereke sembolik e”
Hûrgiliyeke din a ku ji aliyê Tagesspiegel ve hate destnîşankirin, beşdarbûna Antonio Rüdiger a di pîrozbahiya golê de bû. Li gorî nivîskar, ew yek ku Rüdiger, futbolîstekî misilman, di reqsa kurdî de bi hevalê xwe yê tîmê re beşdar bû, wekî kêliyeke sembolîk derket pêş ku hêza futbolê ya ji bo anîna cem hev a nasname û baweriyên cuda nîşan dide.
Beşa dawî ya gotarê behsa kariyera futbolê ya Undav kir. Hat destnîşankirin ku lîstikvanê ku ji ber taybetmendiyên xwe yên fîzîkî di akademiya ciwanan a Werder Bremenê de hatibû paşguhkirin, di demekê de fikirîbû ku dev ji futbolê berde, lê bi saya piştgiriya malbata xwe kariyera xwe domand. Hat tekezkirin ku performansa wî ya li Kûpaya Cîhanê yek ji qonaxên herî girîng di vê rêwîtiya dirêj de bû.
Charlotte Bruch nivîsî ku pîrozbahiya gola Undav a li dijî Curaçaoyê ne tenê îfadeya şahiyê bû, lê di heman demê de peyameke xwebaweriyê jî diyar dikir ku ew nasnameya xwe ya kurd-êzîdî hembêz dike, tevî êrîşên ku wî bi salan rûbirûyê wan bûbû. Li gorî nivîskarê, ev dîmen di heman demê de mînakek bû ku pirrengî li ser sehneya herî mezin a futbolê xuya dike.