Kurdistan
Li Bîngolê wesayît wergeriya: 4 kesan canê xwe ji dest da
Li navçeya Dara Hênê ya Bîngolê wesayitek ji kontrolê derket ji bilindaiyeke bi qasî 600 metreyan de wergeriya. Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Wesayîta ku ji aliyê Mehmet Akgonul ve dihat ajotin, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn ji kontrolê derket û ji zinareke nêzîkî 600 metreyî bilind de gêr bû.
iştî banga lezgîn, tîmên tenduristiyê, UMKE, AFAD, agirkujî û cendirme şandin cihê bûyerê. Di encama hewldanên tîman de, hat tespîtkirin ku Hasan Bîngol, Osman Aslan, Bariş Ayvaz û ajokar, Mehmet Akgonul, di nav wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.
5 birîndar rakirin nexweşxaneyê
Pênc kesên di qezayê de birîndar bûbûn ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji cihê bûyerê hatin derxistin. Birîndar bi ambûlansê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê.
Hate ragihandin ku rewşa birîndaran giran e. Derbarê bûyerê de lêpirsînm hat destpêkirin.