Jiyan
Sunak: Emê liv û tevgerên Rûsya yên li Derya Res bisopînin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanya Rishî Sunak ragihand ku ew dê tevgerên Rûsyayê yên li Deryaya Reş bi rêya navgînên îstixbaratê bişopînin.
Li gorî daxuyaniya serokwezîrtiya Brîtanyayê, Rûsya bêyî encamên mirovî bifikire ji peymana dexlê vekişiyaye û li ser tevgerên Rûsyayê yên li Deryaya Reş ew dê bi balafireke Hêza Qralîyeta Yekgirtî, firînan bikin.
Herwiha hatiye gotin, ew dê bi hevkariya îstixbaratê û navgînên îstixbarî liv û tevgerên Rûsyayê yên li Deryaya Reş bişopînin.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya 18ê Tîrmehê ji peymana dexlê ya korîdora Deryaya Reş a veguhestina zadê Ukraynayê vekişiyabû û piştre jî dest bi êrîşên ser benderên Ukraynayê kiribû.