Rûsya: Me li Deryaya Reş li du keştiyan xist
RûpelNews - Di daxuyaniyeke Wezaretê de hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Rûsî êrîşî binesaziya benderê û keştiyên deryayî yên ku li gorî îdiayan ji aliyê artêşa Ukraynayê ve dihatin bikaranîn, kirine.
Bendera Yuzhny jî hat kirin hedef
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Rûsiya di nava rojê de bi bikaranîna çekên pir deqîq ên ku ji bejahiyê hatine avêtin û dronean, depoyên sotemeniyê yên li Bendera Yuzhny kirin hedef.
Wezareta Parastinê ya Rûsiya îdia kir ku depoyên sotemeniyê yên hatine lêdan ji bo pêdiviyên artêşa Ukraynayê hatibûn veqetandin.
Wezaretê her wiha ragihand ku du keştiyên barhilgir ên hişk ên ku li Deryaya Reş diçûn, ji ber ku çek û alavên leşkerî dikişandin Ukraynayê, hatine lêdan.
Lêbelê, daxuyaniyê derbarê navên keştîyan, alên ku li ser wan bûn, cihê êrîşê, an jî derbarê îhtimala windahiyên canî an zirara li keştiyan ti agahî neda.