TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Suleyman Çevik: Aştî çêbibe wê tesîreke baş li ser weşangeriya kurdî jî bibe

Cesim İlhan
Edîtor
📅 27 tebax 2026 21:07
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevik diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya heyî heta anha tesîreke berbiçav li ser weşangeriya kurdî nekir û got: "Bidawîbûna şer û bi meşandina polîtîkayeke nû ya ji bo zimanê kurdî dê tesîreke baş li ser weşangeriyê bibe."

RûpelNews - Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevik ê ku ji RûpelNewsê re axivî, tesîra pêvajoya ku li Tirkiyeyê didome ya li ser pirtûk û weşangeriya kurdî nirxand.

Çevik anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013-2015an de bi rawestandina şer re li herêmê atmosfereke erênî çêbûbû û eleqeya ji bo pirtûkên kurdî zêde bûbû, lê got ku pêvajoya heyî hêj tesîreke wiha çênekir.

"Pêvajoya niha halîhazir tesîrek li ser karê me nekir"

Çevik derbarê tesîra pêvajoya heyî ya li ser weşangeriya kurdî de van tiştan got:

“Wekî ku te jî diyar kir, helbet di pêvajoya berê de bi salan şerekî herêmî li Kurdistanê hebû û wî şerî helbet mirov bezar kiribûn. Dîtin û hevdîtin çêbûn û pêvajoyê dest pê kir. Vê yekê helbet li herêmê atmosfereke mezin û erênî çêkir. Ev rewş li ser kar û xebata me jî bû xwedî tesîreke baş. Ev pêvajoya heyî, ji aliyê tesîra wê ya li ser me ve, meriv nikare bi wê pêvajoyê re yek bide girtin û bi wî awayî binirxîne. Ez dikarim bi rihetî bibêjim ku ev pêvajo heta anha li ser kar û xebata me tesîreke nekiriye. Yanî berê karê me çawa bû, dîsa wisa dimeşe. Bi rastî di piyaseya me de hêj atmosfereke wiha erênî çênedibûye.”

“Eger şer bi dawî bibe û aştî çêbibe dê tesîreke baş çêbike”

Çevik diyar kir ku rewşa heyî di pêşerojê de dikare biguhere û anî ziman ku bi dawîbûna şer, danîna çekan û çêbûna sükûneteke domdar a li herêmê dê li ser qada weşangeriyê jî tesîrê bike.

Çevik axaftina xwe wisa domand:

“Helbet ev rewş, nayê wê maneyê ku di pêşerojê de dê qet tesîrê nekiribe. Di pêşerojê de eger şer bi dawî bibe, çek bên danîn, aştî çêbibe, li herêmê sükûnetek çêbibe; tirsa kuştin, şer û pevçûnê nemîne, bivê nevê ev rewş dê di aliyê başiyê de tesîrekê çêbike. Ez wisa tahmin dikim yan jî em hêvî dikin ku wisa bibe. Yanî niyeta me û hêviya me ew e ku rewş ber bi başiyê ve biçe.”

“Eger ji bo kurdî maf bên nasîn dê li ser weşangeriyê jî ev xwe dê bide xuyakirin”

Çevik bal kişand ser vê yekê ku geşedanên ku pêvajo dikare ji bo zimanê kurdî bîne holê ji bo weşangeriya kurdî jî girîng in û got ku divê di warê ziman de polîtîkayeke nû bê meşandin.

Çevik diyar kir ku berfirehbûna qada karanîna kurdî ya li dibistanan û di civakê de dê rasterast tesîrê li sektora weşangeriyê jî bike û van tiştan anî ziman:

“Ev jî helbet bi tiştên ku di pêvajoyê de têne axavtin û anîn ziman ve elaqedar e. Eger ji bo zimanê kurdî tiştek bê kirin, di pêvajoyê de ji bo ziman heqek û mafek bê nasîn, Kurd di vê mîcalê de tiştekî bi dest bixin yan jî di warê ziman de polîtîkayeke nû bê meşandin û pêşiya wî bê vekirin; li dibistanan, di civakê de geşedanên li ser ziman çêbibin, bivê nevê ev atmosfer dê ji bo me jî baş bibe. Çima? Ji ber ku em rasterast, direkt bi ziman ve elaqedar kar dikin. Karê me, xebata me kurdî ye. Bi kovarên xwe, bi weşanên xwe ne tenê em, weşanxaneyên din ên kurdî jî bi kurdî vê xebatê dimeşînin. Ji ber wê yekê eger di pêvajoyê de li Tirkiyeyê ji bo zimanê kurdî atmosfereke baş çêbibe, ev rewş dê bivê nevê hem li ser karê me hem jî li ser karê weşanxaneyên din bide xuyakirin û geşedaneke baş dê çêbibe. Ez jî pir hêvîdar im ku gelek wisa bibe.”

“Ziman hebe civak heye”

Çevik diyar kir ku weşangeriya kurdî ne tenê ji pirtûk û kovaran pêk tê, di heman demê de ziman rasterast girêdayî hebûna çandî û dîrokî ya civaka kurd e.

Çevik anî ziman ku zindîhiştina kurdî ji bo parastina birikîna çandî ya civakê girîng e û bal kişand ser wê yekê ku atmosfereke ku di serdema nû de çêbibe dikare têkiliya di navbera ziman, weşangerî û civakê de xurt bike û got: “Ziman hebe civak heye."

Çevik her wiha diyar kir ku atmosfereke civakî ya ku bi dawîbûna şer û pevçûnan re çêbibe dê ne tenê sektora weşangeriyê, lê belê hemû xebatên têkildarî ziman û çanda kurdî di aliyê başiyê de tesîrdar bike.

Parve bike: