Rêberê Suleymanciyan Alihan Kuriş hat girtin
RûpelNews - Alihan Kuriş, ku sê roj berê di çarçoveya lêpirsîna li ser cemaeta olî ya Suleymanciyan a ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Enqerê ve dihate birêvebirin de hatibû binçavkirin, bi biryara dadgehê di girtîgehê de ma.
Di çarçoveya lêpirsînê de, li 17 parêzgehan operasyonên hevrêz hatin kirin û ji bo 49 kesan, Kuriş jî di nav de, biryarên desteserkirinê hatin derxistin. Di operasyonan de bi giştî 37 kes hatin desteserkirin.
Li 123 navnîşanan lêgerîn hatin kirin
Di çarçoveya lêpirsînê de, operasyonên lêgerîn û desteserkirinê li hejmareke giştî ya 123 navnîşanan hatin kirin, ku ev navnîşan ji 43 navnîşanên gumanbaran û 80 navnîşanên 33 şîrketan pêk dihatin.
Lêpirsînên ku ji aliyê MASAKê ve hatine kirin îdia dikin ku, bi rêya kes û şirketên girêdayî rêxistina ku ji aliyê rayedarên lêpirsînê ve wekî "rêxistina sûc a Alihan Kuriş" tê binavkirin, bi rêbazên cuda zêdetirî 100 milyar TL ji welêt hatiye derxistin.
Her wiha ji bo şirketên ku di bin gumanên şûştina pereyan û sermiyanên pê ve girêdayî de ne, rêveber hatin tayînkirin.
Pênc tawanbariyên cuda
Lêpirsîn li ser Kuriş û gumanbarên din li ser tawanbariyên "avakirin û birêvebirina rêxistineke sûc", "endamtiya rêxistineke sûc", "spîkirina dahatên ji sûc", "sextekariya li dijî sazî û dezgehên giştî" û "binpêkirina Qanûna Rêbaza Bacê" tê meşandin.