TR KU AR
FB X IG
Koçber

Spanya statuya yasayî dide 500 hezar penaxwazan

editor2
Edîtor
📅 10 sibat 2026 09:30
Komîsyona Ewropayê plana hikûmeta Spanyayê ya ji bo dayîna statuya yasayî nêzîkî 500 hezar penaxwazan rexne dike.
RûpelNews -

Hikûmeta Spanyayê di çarçoveya rêziknameya ku di dawiya meha Çileyê de hat ragihandin de, pêngavek avêt da ku penaxwazên ku berî 31ê Kanûna 2025an ketine welêt, li xwe bigire

Divê ew biyanî yên ku dixwazin ji vê rêziknameyê sûd werbigirin, herî kêm pênc mehan li Spanyayê jiyabin an jî heta dawiya sala 2025an serlêdana penaberiyê kiribin.

Biryarnameya nû dê rê bide sûdmendan ku destûrnameyeke rûniştinê ya salekê û mafê xebatê di hemû sektorên li seranserê Spanyayê de bi dest bixin.

Wezîra Koçberiyê Elma Saiz got ku armanca rêziknameyê "xurtkirina geşedana aborî û hevgirtina civakî" ye.

Biryara hikûmeta Serokwezîr Pedro Sanchez li Brukselê rastî rexneyan hat. Berpirsekî YEyê got ku ev biryar "ne li gorî nêzîkatiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo koçberiyê."

Berpirsên ku ji Euronews re axivîn gotin ku rewakirina girseyî dikare li dijî peyama YEyê ya ji bo pêşîlêgirtina koçberiya nerêkûpêk derkeve.

Li gorî çavkaniyên li Brukselê, ev yek ku koçberên yasayîkirî dê bikaribin di nav heyama 180 rojan de heta 90 rojan di nav herêma Schengenê de bigerin, wek sedemeke din a girîng a fikarê tê dîtin. Ew di wê baweriyê de ne ku ev yek dikare bibe sedem ku hin kes hewl bidin li welatên din ên YEyê bi awayekî neqanûnî bi cih bibin.

YE siyaseta xwe ya koçberiyê tundtir dike

Pêngava Spanyayê li dijî siyasetên gelek welatên Ewropayê ye ku armanca wan sînordarkirina serlêdanên parastina navneteweyî û zêdekirina vegerandina koçberên nerêkûpêk e.

Rêziknameyên dawî yên YEyê armanc dikin ku bi rêya siyasetên penaberiyê yên tundtir, pêşî li koçberiya nerêkûpêk bigirin û rêjeyên deportkirinê zêde bikin.

Wekî din, lîsteya "welatên ewle", ku Bangladeş, Kolombiya, Misir, Hindistan, Kosova, Maroko û Tûnisê, her wiha welatên namzet ên YEyê yên ji bilî Ukraynayê di nav xwe de dihewîne, dibe sedem ku serlêdanên ji van welatan di bin prosedurên bilez de werin nirxandin.

"Rêziknameya vegerandinê" ya ku ji aliyê Komîsyonê ve tê pêşniyarkirin dê rê bide welatên sêyemîn ên ku bi welatên YEyê re peymanên dualî hene ku koçberan dersînor bikin, heta ku pêwendiya wan bi welatên wan ên eslî re tune be jî.

Rêzikname, ku di çarçoveya Peymana Koç û Penaberiyê ya YEyê de dikeve meriyetê, herwiha sepandina rêgezên hevpar li sînorên derve yên Schengenê û rêveberiya dîjîtal a pêvajoyên sînorî jî di nav xwe de dihewîne.

Rêxistinên mafên mirovan rexne dikin

Rêxistinên civaka sivîl ên wekî Amnesty International, Save the Children û Human Rights Watch polîtîkayên nû yên koçberiyê yên YEyê rexne kirine. Ew amaje dikin ku rêzikname gihîştina mafê penaberiyê zehmetir dikin û ku mafên mirovan di prosedurên sînorî de têra xwe nayên parastin.

Parve bike: