53 hezar koçber ji Spanyayê vegeriyan
RûpelNews - Hat ragihandin ku hejmara koçberên qaçax ên ku derbasî bajarê Sebte yê Spanyayê li Afrîkaya Bakur bûbûn û bi dilxwazî vegeriyane Marokoyê, ji 53 hezar kesî derbas bû.
Hikûmetê di destpêkê de hejmara kesên ku bi awayekî neqanûnî ketibûn vî bajarê otonom wek 50 hezar kesî texmîn kiribû lê li gor daneyên rêvebirên bajêr ev hejmar gihişte nêzîkî 60 hezar kesî.
Çi bibû?
Roja Pêncşemê 30ê Tîrmehê, li dijî zêdetirî 800 koçberên qaçax ên ku hewl didan ji peravên bajarokê Fenidekê yê Morokoyê ber bi Sebte ve yê xaka Spanyayê ya li Afrîkaya Bakur, bi avjeniyê herin operasyonek hat kirin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihandibû ku hikûmetê wek bertek li hember bûyerê, hemû çavkaniyên berdest seferber kirine.
Wekî bersiv ji bo zêdebûna hewldanên koçberiya neqanûnî ber bi Ceutayê ve, hikûmeta Spanyayê biryar dabû ku hêzên çekdar bişîne herêmê da ku ewlehiyê misoger bike.