Siyasetmedarekî Kurd li Almanyayê wek şaredar hat hilbijartin
RûpelNews - Di hillbijartinê de Abuzer Erdogan bi rêjeya dengên ji%53,4 wek şaredarê Rosenheimê hat hilbijartin.
Bi serkeftina siyasetmedarê Kurd pişti salên dûrûdirêj şaredariya di destê Yekitiya Xiristiyanan de bû derbasî Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê bû.
Serkeftina dîrokî ya siyasetmedarê Kurd
Abuzer Erdogan ê 33 salî, di gera duyem a hilbijartinên herêmî de ku 22yê Adara 2026an hatin lidarxistin, ji sedî 53,4ê dengan standin.
Dijberê wî Andreas März (CSU) jî ji sedî 46,6ê dengan bi dest xistin.
Bi serkeftina Erdogan rol û karîgeriya siyasetmedarên Kurd li Ewropayê bi taybet li nav rêveberiyên herêmî her zêdetir dibe.
Abuzer Erdogan kî ye?
Abuzer Erdogan ê ku sala 1993yan li Rosenheimê ji dayîk bûye, malbata wî ji Elbîstana Maraşê koçî Almanyayê kiriye. Erdogan, li Zanîngeha Ludwig-Maximilians a Munchenê hiqûq xwendiye, piştî derçûnê, wekî parêzerê pisporê Yasaya Aboriyê xebitî.