TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Cîgirê Şaredarê nû yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin

📅 10 tebax 2026 19:20
Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, Evin Yelboga wekî Cîgira Yekem a Serokê Meclîsê hat hilbijartin.

RûpelNews - Danişîna ewil a civîna asayî ya meha Tebaxê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Salona Civînê ya Meclîsê pêk hat.

Piştî îstifaya Dogan Hatun, ku berê ev erk dimeşand, ji bo hilbijartina cîgirekî nû yê serokê meclîsê di civînê de hilbijartinek hat lidarxistin. Ev hilbijartin li gorî nivîseke Serokatiya Karên Nivîskî û Biryaran a bi dîroka 29ê Tîrmehê, hatibû xistin rojeva meclîsê.

Di hilbijartina ku li gorî xala 19an a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an û xala 13an a Rêziknameya Karûbarên Meclîsa Şaredariyê hat kirin de, endamên meclîsê bi awayekî veşartî dengên xwe dan.

Piştî jimartina dengan, Endama Meclîsê ya DEM Partiyê Evin Yelboga wekî Cîgira Yekem a Serokê Meclîsê hat hilbijartin.

Ji bo şûna Dogan Hatun hevşaredarekî nû tê hilbijartin

Di vê navberê de, tê ragihandin ku pêvajoya diyarkirina kesekî nû ji bo şûna Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun yê ku ji erkê xwe îstifa kiribû berdewam dike.

Tê payîn ku meclîs di civîneke ku dê di rojên pêş de were lidarxistin de, hevşaredarê nû diyar bike.

Parve bike: