Sîxûrên berê yên CIA: Şêwaza Trump wekî dîktatorek e
RûpelNews - Li gorî raporeke rojnameya Brîtanî Financial Times (FT), serokê berê yê stasyona CIAyê Paul Kolbe diyar kir ku ji bo bidestxistina desthilatê hin taybetmendi û şêwaza dîktatoran hene ku ev yek di rêveberiya îro ya Serokê Amerîkayê Trump de tên dîtin.
Bi nêrîna berpirsên îstixbaratê yên berê li dora Trump "kulta kesayetiyê" tê avakirin. Wek mînaka vê yekê, wan behsa fikra Trump a derxistina pereyên kaxezî yên 250 dolarî kir ku rûyê wî li ser be, ji bo pîrozkirina 250emîn salvegera damezrandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Berpirsên îstixbaratê destnîşan kirin, "Bifikirin Mao Zedong li Çînê rûyê xwe rasterast li ser pereyan danenî."
Analîsta berê ya CIAyê Julia Curley jî rexne li bêdengiya serdest girt û got: "Pirsgirêk ev e ku heke her kes bêdeng bimîne, em ê tam di heman rewşa ku em niha tê de ne de bimînin."
Qesra Spî ev îdiayan red kir
Qesra Spî ew rexneyên ku ji aliyê berpirsên îstixbaratê yên berê ve li Trump hatibûn girtin, red kir.
Li gorî Berpirsê Qesra Spî Davis Ingle Trump demokrasî lawaz nekiriye, belkî ew ji nû ve sererast kiriye.