TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Sîsî daxwaza hûrgiliyan li ser hebûna goreke bikom a leskerên Misirî li Qudisê dike

📅 11 tîrmeh 2022 11:30

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê nûçeyek di derbarê hebûna goreke bikom a leşkerên Misirî li Qudisê belav kiribû û diyar kiribû, di şerê 6 rojî yê di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de li Qudisê gelek leşkerên Misirê hatine kuştin û di goreke komî de hatine veşartin.

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî jî li ser mijarê telefonî Serokwezîrê Îsraîlê kiriye û daxwaza hûrgiliyan li ser vê mijarê kiriye.

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê jî soz daye, da ku aliyên têkildar pêywirdar bike û li dor hebûna goreke wiha lêkolînan bikin û zaniyariyên pêwîst eşkere bikin.

Parve bike: