Milîsên şîe ji bo çekdanîna daxwaza vekişîna leşkerên tirk kirine
RûpelNews - Di hevpeyvînekê de bi New York Timesê re, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî hûrgiliyên plana ku ji bo rakirina komên çekdar ên ne fermî li welêt tê amadekirin, eşkere kirin.
Zeydî eşkere kir ku di nav şertên ku ji aliyê komên çekdar ên piştgirîkirî yên Îranê ve derbarê danîna çekan de hatine pêşniyarkirin, vekişandina leşkerên tirk ji Iraqê, ligel hêzên amerîkî, hebû.
Wî destnîşan kir ku daxwazên din ên milîsan dawîanîna hebûna çekdarî ya PKKê li Iraqê û herwiha mijarên têkildarî statuya Pêşmergeyî û mafên Heşda Şebî jî di nav xwe de digirtin.
"Em li peymaneke bi Tirkiyeyê re digerin"
Zeydî got ku Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê li ser bingeha têkoşîna li dijî PKKê didomîne û vekişîna xwe bi hilweşandina kamp û çekên PKKê yên li Herêma Kurdistanê ve girêdaye.
Zeydî destnîşan kir ku Bexde hewl dide ku di derbarê vekişîna leşkerên tirk de bi Tirkiyeyê re bigihîje lihevkirinekê û wî lê zêde kir ku hikûmeta Iraqê herwiha li ser demnameyekê ji bo entegrekirina hêzên kurd ên herêmî yên girêdayî PKKê di nav avahiya ewlehiyê ya fermî ya welêt de dixebite.
Armanca çekdanîna 30ê Hezîrana 2027an
Li gorî plana hikûmeta Iraqê, jihevxistina komên çekdar dê di qonaxan de were pêkanîn. Tê payîn ku qonaxa yekem 90 rojan bidome. Di vê heyamê de, tê plankirin ku garantî ji komên çekdar re were dayîn ku êrîşan pêk neynin, û di berdêla vê yekê de dê ji DYAyê jî garantî were standin ku van koman neke hedef.
Piştre tê payîn ku kom çekên xwe radestî dewleta Iraqê bikin. Zeydî got ku ew dixwaze pêvajo heta 30ê Hezîrana 2027an bi dawî bibe, lê komên çekdar heta dawiya sala 2027an dirêjkirin xwestibûn.
Zeydî ji aliyê hikûmetê ve, hilweşandina komên çekdar ên ne-dewletî wekî 'pêwîstiyek' bi nav kir, ne wekî 'tercihek'.
Rêveberiya Iraqê berê 30ê Îlona 2026an wekî mohleta dawî ya krîtîk ji bo tasfiyekirina komên çekdar ên li welêt ragihandibû. Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sabah Numan her wiha diyar kiribû ku piştî vê tarîxê, ji bo xwedîbûna çekan li derveyî kontrola dewletê dê ti hinceteke yasayî nemîne.