Sîpan Hemo, li ser entegrasyon, QSD û dosyeya girtiyan diaxive
RûpelNews - Di vê çarçoveyê de, cîgirê wezîrê parastinê yê hukûmeta demkî ya Sûriyê, Sîpan Hemo, di hevpeyvînekê bi ajansa Hawarê ANHAyê re de hûrgiliyên vê pêvajoyê şirove kir û diyar kir ku entegrasyon beş bi beş pêk tê û Herêma Rojhilat wek yek ji pênc herêmên fermî di nav dabeşbûna nû ya leşkerî de cih digire.
Entegrasyona leşkerî û QSD
Di hevpeyvînê de hat ragihandin ku piştî Peymana 29’ê Çileyê, çar tûgaya HSDê bi awayekî fermî di nav artêşa Sûriyeyê de hatine entegrekirin û niha pêvajoya pratîk a vê entegrasyonê berdewam e. Hemo diyar kir ku hejmara hêzên QSD’ê ji vê çar tûgayan zêdetir e û li ser awayê cihkirina wan nîqaş berdewam e, lê armanca sereke avakirina artêşeke yekgirtî ye ku hemû hêzên leşkerî li bin yek fermandariyê bicivîne.
Planên leşkerî û dabeşbûna hêzan
Wezareta Parastinê di qonaxa nû de li ser avakirina pergaleke navxweyî ya leşkerî dixebite ku bi rêkûpêk belavbûna hêzan û desthilatdariyên wan diyar bike. Hemo got ku heta niha firqe û tugayên nû nehatine bi temamî diyarkirin, lê ev pêvajo li gorî hewcedariyên erdnîgarî û ewlehiyê dê were temamkirin û hemû hêz dê li bin rêveberiya giştî ya artêşê were yekgirtin.
Efrîn û herêmên derveyî kontrolê
Li ser herêmên wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ku hîn jî di bin kontrola komên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ne, Hemo got ku hîn gelek pirsgirêk hene û nebûna baweriyê yek ji astengên sereke ye. Ew dibêje ku dewlet dê bi rêya entegrasyonê û avakirina artêşeke yekgirtî hewl bide ku vê nebûna baweriyê çareser bike û her kes li gorî qanûn û rêbazên yekgirtî bixebite.
Baregehên Amerîkayê û kontrola wan
Di derbarê baregehên Amerîkayê de, ku di demên dawî de hêzên Amerîkayê ji wan vekişiyane, Hemo diyar kir ku ev cih niha radestî artêşa Sûriyê dibin. Wî got ku hin ji van cihan dê ji bo armancên leşkerî werin bikaranîn û hin jî dê li rewşa xwezayî vegerin, lê di giştî de kontrola wan dê di destê artêşê de be.
Dosyaya girtiyan û rexne li derengbûnê
Hemo bi awayekî vekirî qebûl kir ku derengbûn di berdana girtiyan de heye û ev rewş ji aliyê wezaretê ve jî wek pirsgirêk tê dîtin. Wî diyar kir ku divê hemû girtiyan bêne berdan û girêdana vê mijarê bi zextên siyasî re ne rast e. Her wiha tekez kir ku şervanên HSDê divê di girtîgehan de nemînin û wezaret dê hewl bide ku vê dosyayê bi lez çareser bike.
Dosyaya şehîdan û mafên wan
Di derbarê şehîd û birîndaran de, Hemo got ku xebat li ser avakirina çarçoveyeke yasayî berdewam e. Li gorî vê planê, birîndar dê wek birîndarên şerê Sûriyeyê werin nasandin û malbatên şehîdan jî dê li gorî sîstemek taybet ji alîkarî û mafên civakî sûd wergirin.
Sînor û siyasetên herêmî
Di dawiyê de, Hemo li ser sînorên bi Iraq û Tirkiyeyê re got ku armanca sereke ew e ku Sûriyê ji pevçûnên herêmî dûr bimîne û wek welatekî ewle bimîne. Wî diyar kir ku her çend welat di nav şert û mercên dijwar de ye, lê siyaseta heyî hewl dide ku Sûriye ji şer dûr bike û şertên aştiyê ava bike.
Banga tevlîbûna Sûriyeke yekgirtî
Hemo bang li Kurdan kir ku di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de mafên xwe bi rêbazên qanûnî bidomînin û tevlî pêvajoya nûsazkirina welêt bibin. Ew dibêje ku Kurd di dîrokê de beşdarî avakirina Sûriyê bûne û niha jî dikarin bi rolên sereke di pêşeroja welêt de beşdar bin, û her weha bang li hemû gelên Sûriyê kir ku bi yekîtî welêt ji xetereyan rizgar bikin.