Bermahiyên mirovekî û şeş cot pêlav ji zikê tîmsahî derketin
RûpelNews - Bermahiyên xwediyê otêlê Gabriel Batista, ku li Afrîkaya Başûr piştî ku di nav lehiyê de winda bûbû, di zikê tîmsahî de hatin dîtin.
Bûyer li herêma Komatipoort a nêzîkî Parka Neteweyî ya Krugerê qewimî. Desthilatdaran ragihandin ku di dema lêkolîna ku piştî bêzar kirina tîmsahî ku giraniya wî nêzîkî nîv ton bû, bermahiyên mirovî hatin dîtin ku hatin piştrastkirin yên Batista ne.
Li ber lehiyê çûbû
Hat ragihandin ku Batista yê 59 salî, roja Duşema borî dema ku hewl dida bi otomobîla xwe ji ser pireke ku ji ber bilindbûna ava çem lehî lê çêbûbû derbas bibe, ji ber pêla avê hat birin. Tê bawer kirin ku Batista, karîbû ji wesayîta xwe derkeve, ji aliyê pêla xurt ve ketiye çem û ber bi herêma ku tîmsah lê bûn ve hatiye kişandin.
Di lêkolîna tîmsahî de ne tenê bermahiyên Batista lê her wiha şeş cot pêlav jî hatin dîtin. Rayedaran diyar kirin ku ev pêlav ne yên qurbanî bûn.
Pisporan destnîşan kirine ku tîmsah nikarin materyalên wekî plastîkê hezm bikin û îhtîmala ku pêlavên hatine dîtin yên kesên ku berê li herêmê winda bûbûn bin.
Her sal hezar kesî dikujin
Di dema operasyonê de, tîmeke noqav ya polîsan bi helîkopterê li girava çem a ku tîmsah lê hatibû dîtin, hat daxistin. Serokê tîmê, tîmsah bi girêdana wî li bejna xwe derxist.
Tîmsahê Çemê Nîlê yek ji nêçîrvanên herî xeternak ên Afrîkayê ye. Li gorî pisporan, her sal li seranserê parzemînê nêzîkî 1000 kes di êrîşên tîmsahan de jiyana xwe ji dest didin. (Çavkanî: Reuters)