TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serowezîr Barzanî sipasiya baregeha Hewlêrê kir

📅 14 nîsan 2020 22:06

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ew îro telefona baregeha opreasyonan ya Hewlêrê kiriye. Barzanî bi sedema xebatên wan yên zêde, xwebexşî û pêşvaniya wan ya bo tedbîrên li dijî koronavîrusê sipasiya wan kir. Barzanî da zanîn ku ji wan xwestiye da tedbîrên ku hukumetê bo wan biryarê daye, cîhbicîh bikin.

Serokwezîr Barzanî ji wan xwestiye ku bila xelk dernekeve derve heya karibin nexweşîna vîrusa koronayê bixin bin kontrolê.

Parve bike: