Kurdistan
Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Xanûberan li Hewlêrê vekir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Îlona 2026an, 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê vekir.
RûpelNews - Karên 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberan:
- Bo dema çar rojan, li Parka Samî Ebdulrehman birêve diçe.
- Nêzîkî 300 kompaniyên navxweyî û cîhanî ji 12 welatên cuda beşdar in.
- Ji aliyê kompaniya Invest Expo ve, bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Veberhênanê hatiye rêkxistin.
- Pêşkêşkirina derfetên taybet û daxistinên taybet, livandina bazara xanûberan û hêsankarî bo niştecîhbûna malbatan.
Datayên bazara xanûberan li Herêma Kurdistanê:
- Zêdetir ji 70 hezar nivîsgehên xanûberan li Herêma Kurdistanê hene.
- 7,500 nivîsgehên xanûberan tenê li bajarê Hewlêrê hene.
- Rojane bi sedan danûstandinên kirîn û firotinê li wan nivîsgehan tên pêkanîn. (K24)