Serokwezîrê Almanyayê: Divê hemî derfet werin seferberkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir, kêmbûna zêde ya kedkarên pispor li Almanyayê yek ji mezintirîn kêşeyên ku welat wê di salên pêş de rû bi rû bimîne.
Scholz di serdana kargehek li Walterhausen a Thuringia de, di daxuyaniya xwe de got, ji bo her ciwanek di deh, bîst an belkî jî sih salên pêş de bibe xwedî perwerdehiyek pîşeyî ya baş, divê hemî derfet werin seferberkirin.
Serokwezîr herwiha bal kişand ser girîngiya peydakirina derfetên perwerdeyê ji bo kesên ku niha kar dikin ji bo pêşdebirina xwe ya pîşeyî û kişandina hêza kar a jêhatî ji derve bo welat.
Scholz eşkere kir, rêziknameya nû ya koçberiyê ku wê di demeke nêz de bikeve meriyetê, ji bo vê armancê gaveke girîng e. Scholz îşaret bi pirsgirêka bêkariyê ya li rojhilatê Almanyayê kir, tevî zehmetiyên wê jî kêmbûna kedê wekî "pirsgirêkek çareserker" bi nav kir.
Scholz herwiha bal kişand ser girîngiya kişandina hêza kar a biyanî bo welêt.
Serokê Yekitiya Komeleyên Kardêrên Alman Rainer Dulger, ji siyasetmedar û saziyan xwest ku ji bo kişandina hêza karkerên biyanî li welêt zêdetir bixebitin.
Dulger wiha got: "Qanûna Koçberiya Karkerên Şareza gavek ber bi rêyeke rast ve ye. Lê divê gelek tiştên din bên kirin." (Çavkanî: DW)