TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr: Piştevaniya me dê ji bo xuşk û birayên me yên êzidî berdewam bike

Hasan Kosen
Edîtor
📅 15 nîsan 2026 09:09
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersala êzidiyan li wan pîroz kir û tekez kir ku dê ji bo bidestxistina maf û daxwazên wan piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike.

RûpelNews - Serokwezîr di peyama xwe de wiha got: “Bi minasebeta sersala êzidiyan gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên êzidî li herêma Kurdistanê û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram de vê cejna han pîroz bikin.

Bi vê minasebeta han piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê ji maf û daxwazên xuşik û birayên êzidî dubare dikin.
Sersala êzidiyan pîroz be û hertim di nava xweşî de bijîn.”
 

Parve bike: