Serokwezîr pêşwazî li Ahmed Davutoglu kir
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê 9ê Hezîrana 2026an, li Hewlêrê bi Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu re civiya.
Di civînê de asoyên hevkariyê û geşedanên siyasî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêmê, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî di hevdîtinê de amade bû kuj tê de li ser guherîn û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê nêrîn hatin guhertin.
Xurtkirina peywendiyan
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya stratejîk a xurtkirina peywendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê kirin. Her wiha bal hate kişandin ser pêdiviya bilindkirina asta hevahengî û hevkariya hevbeş di warên cuda de, bi awayekî ku xizmeta aramî û berjewendiyên her du aliyan bike.
Ev serdan di çarçoveya hewildanên dîplomatîk ên berdewam ên ji bo xurtkirina peywendiyên Hewlêr û Enqereyê de tê, ji bo gotûbêjkirina mijarên hevbeş di nava guherînên lezgîn ên ku navçe tê de derbas dibe.