Serokwezîr derbarê şewatên li Silêmaniyê de ji Parêzgar Ebûbekir agahî wergirt
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re axivî da ku derbarê şewatên ku şeva borî û îro li Silêmaniyê derketine de agahiyên herî dawî werbigire.
Serokwezîr, bi nîşandana nîgeraniya xwe ya li hember rêzeşewatên li bajêr, talîmat da Parêzgar Ebûbekir û rayedarên herêmî ku ji bo parastina can û malê welatiyan tedbîrên ewlehiyê bigihînin asta herî bilind.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmet amade ye her cûre alîkarî an piştgiriya ku Parêzgariya Silêmaniyê hewce dike, pêşkêş bike. Di dawiya axaftinê de, Serokwezîr hêviya başbûna bilez ji bo wan welatiyên ku di bûyeran de birîndar bûne, xwest.
Lêkolîn li ser sedema şewatan tê kirin
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, di beşdariya xwe ya bernameyeke nûçeyan a Kurdistan24ê de, pêwendiya telefonê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo pirsîna rewşa bûyeran, wekî "gaveke gelek girîng û pêwîst" pênase kir.
Ebûbekir ragihand ku li gorî talîmatên Serokwezîr, ji bo diyarkirina sedemên şewatan komîteyên taybet ên lêkolînê hatine avakirin.
Ebûbekir bal kişand ser girîngiya însiyatîfa Serokwezîr di çarçoveya girjî û astengiya siyasî ya niha ya li Herêma Kurdistanê de û got: "Pêwendiya Serokwezîr gaveke gelek di cih de û pêwîst bû, nemaze dema ku mirov rewşa siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê li ber çavan digire." Ebûbekir da zanîn ku di şewatan de ti windahiyên canî çênebûne û tîmên berevaniya sivîl di demeke kurt de agir kontrol kirine.
Parêzgarê Silêmaniyê destnîşan kir ku hêj sedema rastîn a şewatan nehatiye diyarkirin û tîmên pispor ji bo eşkerekirina sedema bûyeran xebatên xwe didomînin.