TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li tîma Iraqê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 nîsan 2026 15:42
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta serkeftina tîma Îraqê ya bo beşdariya lîstîkên Kupaya Cîhanê ya 2026an peyama pîrozbahî belav kir.

RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî li ser serkeftina tîma neteweyî ya Iraqê ku li hemberî Bolîvyayê bi skora 2-1 bi ser ket û mafê beşdariya Kupaya Cîhanê ya 2026an bi dest xist di hesaba xwe ya sosyal medyayê de peyamekê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Ez ji bo serfiraziya tîma neteweyî ya Iraqê pîrozbahî li hemû lîstîkvanên tîmê dikim û hêviya serkeftinê bo tîmê dixwazim.”

Iraqê ji sala 1986an ve cara yekem mafê beşdarbûna fînalên Kupaya Cîhanê bi dest xist wate piştî 40 salan ev tîm beşdarî lîstîkên Kupaya Cîhanî ya 2026 an dibe.

 

Parve bike: