TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Êrîşên li ser Kurdistanê ji bo têkdana agirbestê ne

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 18 nîsan 2026 11:44
Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û ragihand, di van êrîşan de 5 kes şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

RûpelNews -

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya medyaya civakî derbarê êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û got: "Em êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin ku her çend em ne aliyekî wî şerî bûn jî, lê belê êrîş di nava çend rojên borî de her berdewam bûn. "

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser ziyanên canî yên êrîşên van çend rojên dawî û got: "Tevî ku agirbest û danustandin hene, lê ji ber êrîşên van rojan, 5 kes şehîd bûn û hejmareke zêde ya welatiyan jî birîndar bûn. Ev yek hewildanek ji bo têkdana agirbestê û gihandina zirareke zêde ye bo herêmê."

Serokwezîr Barzanî bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir û got: "Em careke din tekez dikin ku pêwîst e hikûmeta federal rêkarên pratîkî bigire ber xwe ji bo bidawîanîna van êrîşan. "  

Barzanî bang li civaka navdewletî jî kir û got: "Em daxwazê ji hevkarên xwe yên navdewletî dikin ku amûrên pêwîst ji bo parastina hemwelatiyên Kurdistanê û jêrxana enerjiyê li hember van gefên berdewam dabîn bikin."

Parve bike: