TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Bê sedem êrîş li Pêşmergeyan hat kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 adar 2026 18:11
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, êrîşa Îranê ya li ser hêzên Pêşmergeyan wek ‘êrîşeke xayîn’ bi nav kir û got: “Ev êrîş bê hincet hat kirin. Çawa ku xwîna şehîdan tu demekê bê biha neçûye, vê carê jî dê wesa be”.

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Soranê beşdarî şîna 6 Pêşmergeyên şehîdan bû. Serxweşî li kesûkarên şehîdan kir û hevxemiya xwe anî zimên.

Serokwezîr Barzanî got, “Bi saya xwîna van şehîdan, em li welatê xwe bi serbilindî dijîn û Kurdistana me jî ji ber xwîna şehîdên me biqîmet e wwîna şehîdan ti carî bê biha  neçûye û vê carê jî dê wisa be.”

Mesrûr Barzanî, diyar kir ku ji bo parastina ax û rûmeta xwe, çi pêwîst be ew dê bikin.

Barzanî got, “Ev şehîdên neheqî û îxaneta wê êrişê ne ku bê hincet li dijî komêk Pêşmergeyan hat kirin û şehîd ketin. Bi saya xwîna şehîdan em li welatê xwe bi serbilindî dijîn. Kurdistana me jî ji ber xwîna şehîdên me biqîmet e. Em li ser rêbaza şehidên xwe ne.

“Em naxwazin tevlî ti şerekî bibin”

Serokwezîrê Kurdistanê hêvî jî kir ku, daxwaz û omêdên şehîdan ji bo serxwebûn û serkeftina Kurdistanê û gelê wê bi cih bên. Tekez jî kir ku, ji bo parastina Herêma Kurdistanê çi gav pêwîst be dê biavêjin. bike. Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê nexwestiye tevlî tu şerekî bibe.

Parve bike: