Serokomariya Tirkiye bertek nîşanî Rahmi Koç da
RûpelNews - Serokomariyê jî bertek li hember gotinên karsaz Rahmi Koç ên ku jinên kurd kiribûn hedef hat nîşan da.
Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê gotinên Rahmi Koç de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de, Cevdet Yilmaz got, "Rûmeta mirovî û hemwelatiya wekhev bingehîn in. Nabe ti kes zimanekî ku têgihiştinên civakî yên êşdar an neyînî li ser bingeha zayend, nasnameya etnîkî an statuya civakî ya kesekî diafirîne, bikar bîne."
Yilmaz lê zêde kir, "Dîtina cudahiyên me wek çavkaniyek dewlemendiyê û xurtkirina çanda jiyana bi hev re ya di ahengekê de, berpirsiyariya hevpar a her kesê ku ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî û biratiya me dilsoz e, ye."
Çi çêbûbû?
Vekirina nexweşxaneya nû ya di bin banê Koç Healthcare de, ku beşek ji Weqfa Vehbi Koç e, bi beşdariya Rahmi Koç, ligel Ali Koç, Semahat Arsel, Binali Yıldırım, Parêzgarê Îzmîrê Suleyman Elban, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Cemil Tugay, Şaredarê Balçovayê Onur Yigit û kesayetiyên din ên ji cîhana karsaziyê pêk hat.
Rahmi Koç ku endamekî navdar ê malbata Koç e û yek ji malbatên herî dewlemend ên Tirkiyeyê, ve di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî ya Îzmirê de gotinên kirêt derbarê jinên kurd de gotin, bû sedema nîqaşê.
'Heneka' seksîst û nijadperest a ku Rahmi Koç li wir vegot, rastî rexneyan hat. Di 'pêkenoka' xwe de, Rahmi Koç got: "Doktor guh da gilî û gazincên jina kurd. Gava wî got, 'Xanim, were pişt perdeyê û cilên xwe ji xwe bike', jinê bersiv da (bi teqlîda wê), 'Doktor, tu pêşî cilên xwe ji xwe bike'."
Serokwezîrê berê Binali Yıldırım, ku li kêleka Koç sekinîbû, di dema van gotinan de bi ken hat dîtin.
Serdozgeriya Giştî ya Îzmîrê li ser daxuyaniyên Koç ji serê xwe dest bi lêpirsînê kir, di heman demê de bertekên giştî û siyasî yên li hember Koç zêde bûn.