TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Serokomarê nû yê Ermenistanê hat hilbijartin

📅 03 adar 2022 21:13

PeyamaKurd – Parlamentoya Ermenistanê îro 3yê Adarê ji bo hilbijartina serokomarê nû civiya û bi 71 dengên ‘belê’ wezîrê berê yê teknolojiyê Vaagn Haçaturyan wek serokomarê nû hilbijart.

Vaagn ji aliyê Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ve hatibû berbijêrkirin û wek tekane berbijêrê serokomarê ji aliyê parlamentoyê ve hat hilbijartin.

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan 23yê Çileyê 2022yan bi hinceta ku deshilatiya wî ya bo çareserkirina pirsgirêkan kêm e karvekêşana xwe dabû.

Parve bike: