AK Parti: Ji bo namzediya Serokomarê me dîroka hilbijartinê dibe ku bê guhertin
RûpelNews - Cîgirê Serok û Berpirsê Rêxistinan ê AK Partiyê Ahmet Buyukgumuş li navenda partiya xwe konferanseke çapemeniyê li dar xist.
Buyukgumuş qala nîqaşên li ser hilbijartinên pêşwext kir û da zanîn ku ji bo berbijeriya Serokomariyê yê Recep Tayyip Erdogan ku hilbijartin di dema xwe de bê kirin weke yasayî nikare bibe namzet dîroka hilbijartinê hinek pêş bixin û wiha got:
"Çi hilbijartin hebe, çi nebe, em karê xwe li ser bingeha cudahiyeke wiha nakişînin. Kengî û çi gavên ku em bavêjin, em bi tîmeke ku ji bo wan amade ye dixebitin. Ka hilbijartin hebe an nebe, ji bo me ferq nake. Min ev yek li gelek platforman diyar kiriye. Dibe ku ji bo namzediya Serokomarê me (Erdogan) li ser dîrokekê serarastkirinekê bê kirin. Ji xeynî vê, hilbijartinên pêşwext niha ne di rojeva me de ne, baldariya me li ser xizmeta neteweya me bi awayekî hê baştir e."