Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera peyamek bi kurdî da
RûpelNews - Şara di posta xwe de Nêçîrvan Barzani wekî "birayê min ê delal" bi nav kir û diyar kir ku di hevdîtinê de pêşxistina têkiliyên dualî û derfetên hevkariyê yên ku dê xizmeta berjewendiyên herdu gelan û aramiya herêmî bikin, hatine nîqaşkirin.
Şara her wiha spasiya xwe ji bo mêvanperwerî û piştgiriya ku Herêma Kurdistanê bi salan e pêşkêşî Sûriyan kiriye anî ziman û hêviya xwe anî ziman ku ruhê hevkariyê û biratiyê, ku têkiliyên cîrantiya baş xurt dike, were parastin.
Peyama Şara ya bi kurdî wiha ye:
Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir
@IKRPresident Di hevdîtinê de me behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên her du gelên me bike.
Em wan xwedîlêderketin û mêvandariya ku Herêma Kurdistanê di salên borî de ji bo gelê me pêşkêş kiriye, bilind dinirxînin û em li hêviya berdewamiya xebata hevbeş in, bi giyanekî hevkarî û biratiyê ku cîrantiya baş xurt bike.
Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir @IKRPresident . Di hevdîtinê de me behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên her du gelên me bike.
— أحمد الشرع (@AH_AlSharaa) August 3, 2026
Em wan… pic.twitter.com/OmJNCxHnBI