TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera li Antalyayê civiyan

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 17 nîsan 2026 12:01
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de, bi Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtin kir. Di civînê de geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê parve kir, Barzanî kêfxweşiya xwe bi hevdîtina ku li Antalyayê pêk hat anî ziman. Barzani diyar kir ku ew teqdîrê li hewildanên Şera dike ji bo anîna aramiyê bo Sûriyê û pêşketinên ku di cîbicîkirina peymana bi Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) re hatine bidestxistin.

Giringiya hevkariya herêmî

Di hevdîtinê de herwiha mijara xurtkirina têkiliyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Sûriyê de jî hate gotûbêjkirin. Barzanî tekezî li ser girîngiya hevkariya herêmî ji bo pêşxistina armancên hevpar di warên ewlehî û aboriyê de kir.

Di vê navberê de, Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro bi beşdariya gelek serokên dewletan, wezîrên derve û karbidestên payebilind dest pê kir.

Parve bike: