TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokê Odeya Bazirganiya Amedê bo Serokwezîr Barzanî: Em şirîkên xema we ne

Hasan Kosen
Edîtor
📅 27 adar 2026 11:19
Serokê Odeya Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya, ji ber şehîdketina şeş Pêşmergeyên Kurdistanê sersaxî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û got, ‘em şirîkên xema we ne.’

RûpelNews - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, di peyameke sersaxiyê de ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî re şand, diyar kir ku êrîşên li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiryarên ku hewldanên aştiyê li herêmê lawaz dikin û ew li dijî kiryarên wiha ne.

Peyama Kaya wiha ye:

"Bi xemgîniyeke mezin min bihîst ku di êrîşa mûşekî ya ku di 24ê Adara 2026an de pêk hat de, şeş Pêşmerge şehîd ketin 30 pêşmerge jî birîndar bûn.

Ez vê êrîşa ku aştiyê û aramiyê dike armanc, bi awayekî herî tund şermezar dikim; ez dixwazim tekez bikim ku em li dijî her hewldaneke ku hewildanên aştiyê li herêmê lawaz dike, disekinin. Ez piştgiriya xebatên we yên ji bo aştiya herêmî û aramiyê dikim, û ji bo windahiya we sersaxiya xwe ya herî kûr pêşkêş dikim.

Bi boneya vê bûyera trajîk, ez bi rêya cenabê we sersaxiya xwe pêşkêşî gelê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan dikim; ez ji Xwedê daxwaza rehimê ji bo şehîdan, sebir û tehemûlê ji bo malbatên wan ên xemgîn, û ji bo birîndaran jî silametiyê dikim.
Ez careke din pabendiya xwe ya ji bo hevgirtinê di rêya ewlehî û aramiya herêmî de piştrast dikim, û hestên xwe yên sersaxiyên tînim ziman."

Parve bike: