Rojhilata Navîn
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalın li Şamê ye
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalın li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.
RûpelNews - Di hevdîtinê de, pêşketinên li herêmê û rêyên xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera herdu welatan de hatin nîqaşkirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî Husên Selame jî di civînê de amade bûn.