Serokê MHPê pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê îmze kir
RûpelNews - Di pêşnûmayasaya çarçoveyê de ya ku dê bibe bingeha yasayî ya pêvajoya aştiyê aliyên pêwendîdar gihiştin qonaxeke nû.
Îmzeyên yekem ji bo pêşnûmaya yasaya çarçoveyê hatin avêtin ku armanca wê avakirina bingeha yasayî ye û navê wê wekî 'Pêşnûmaya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî' hatiye danîn.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî yekem kes bû ku pêşnûmeqanûn îmze kir. Ligel Bahçeli, parlamenterên MHPê Feti Yıldız, Celal Adan, Erkan Akçay û Filiz Kiliç jî pêşnûmeqanûn îmze kirin.
Tê payîn ku koma parlamenterên AK Partî ligel hemû parlamenterên xwe, heta saet 17:00'an îro pêşnûmeqanûn îmze bike.
Piştî ku pêvajoya îmzekirinê bi dawî bibe, tê plankirin ku pêşnûmeqanûn ji bo pesendkirinê pêşî ji komîsyona têkildar re û paşê jî ji bo lijneya giştî were şandin. Hûrgiliyên derbarê naveroka pêşnûmeqanûnê de hêj nehatine eşkerekirin.