Serokê MHP Bahçeli: Me plana nû ya Sykes Picot têk bir
RûpelNews - Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji rojnameya Turkgunê re derbarê pêvajoya ku hikûmeta Tirkiyeyê navê 'Tirkiyeyeke Bê Teror' lê kiriye, axivî.
Bahçeli diyar kir ku qonaxa yekem a pêvajoyê ew bû ku PKK dev ji çekên xwe berde û da zanîn ku armanca wan ew bû ku Tirkiye bikaribe di siyaseta derve de serbixwetir tevbigere û bandora xwe li herêma cîran zêde bike.
"Me plana nû ya Sykes-Picot pûç kir"
Bahçeli îdia kir ku armanca hin aliyan ew e ku dewletên serwer ji hev bixin û wan li ser xetên etnîkî, olî û mezhebî ji hev cuda bikin.
Bahçeli axaftina xwe wiha domand:
"Tirkiyeyê bi armanca xwe ya 'Tirkiyeyeke Bê Teror' re, plana nû ya Sykes Picot û planên xiyanetî yên ku di daxuyaniya Balfour de hatibûn diyarkirin pûç kirine, bi geşbûna herêmeke bê teror, aliyên emperyalîst derbeyeke mezin xwar."
"Bingeha hevpar hemwelatîbûna tirk e
Li gor Bahçelî siyaseta nasnameya etnîkî û mezhebî divê li paş bê hiştin û wî li dijî mafên kolektîf ên ji bo komên etnîkî û olî yên taybet derket.
Bi tekezkirina li ser 'mafên takekesî', Bahçeli diyar kir ku maf û azadiyên takekesî dikarin bên berfirehkirin.
Bi nêrîna Serokê MHPê, welatîbûna tirk divê bibe bingeha siyasî ya hevpar ji bo beşên cuda yên civakê ye, bingeha hevpar hemwelatîbûna tirk e."