Tirkiye
Bahçeli: Li Îmraliyê ji bo Ocalan xanî hat çêkirin
Rojnamevana Tirk Nagehan Alçi ragihand ku Serokê MHP Devlet Bahçelî jê re gotiye ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan xaniyek hatiye çêkirin lê Ocalan ji ber ku jê ra statûyekê nehate dayîn ev xanî red kiriye.
RûpelNews - Rojnameger Nagehan Alçiyê li ser kanala xwe ya YouTubeyê hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî re parve kirin ku li Navenda Giştî ya MHPyê pêk hatibû.
Alçi diyar kir ku Bahçelî di hevdîtinê de li ser pêvajoyê û rewşa Îmraliyê agahî dane wê.
Li gor ragihandina Alçi, Bahçelî jê re piştrast kiriye ku li Îmraliyê ji bo Ocalan xaniyek hatiye çêkirin lê Ocalan çûyîna nav wî xaniyî qebûl nekiriye.
Derbarê sedema redkirina xaniyê de Bahçelî got: Ji ber ku statu dixwaze loma ev xanî red kiriye.