TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokê HUDA PARê Yapicioglu: Komkujiya Helebceyê jenosîd e

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 adar 2026 18:14
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, got: "Komkujiya Helebceyê navê sûcekî li dijî mirovahiyê ye; ew jenosîd e."

RûpelNews - Serokê HUDA PARê Yapicioglu di salvegera Komkujiya Helebceyê de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand.

Yapicioglu got, "Komkujiya Helebceyê tenê beşek ji zincîreyek komkujiyên li dijî gelê kurd ê bindest hatiye kirin û navekî sûcê li dijî mirovahiyê ye; ew jenosîd e," û wiha lê zêde kir: "38 sal berê, di jenosîda ku ji aliyê dîktatorê îraqî yê Baasî Seddam Huseyn ve li dijî gelê kurd hatibû kirin de, 5 hezar kesên bêguneh bi çekên kîmyewî hatin kuştin."

Yapicioglu bi van gotinan berdewam kir:

"Her çend sal di ser mirina ku bi bêhna sêvan hat re derbas bûbin jî, êşa di dilê me de wekî her dem teze dimîne.

Di salvegera komkujiyê de ez careke din ji Xwedê rehmê ji bo bira û xwişkên me yên şehîd bûn, dixwazim.

Me Helebce ji bîr nekiriye û em dê ji bîr nekin.”

Parve bike: