HUDA PARê peyama sersaxiyê ji bo Pêşmergeyên şehîd da
RûpelNews - Di peyama sersaxiyê ya HUDA PARê de wiha hat gotin: "Em ji bo Pêşmergeyên ku di êrîşên mûşekî yên Îranê de li ser Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê dixwazin; şîn û sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên wan, gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê dikin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo mayîna li derveyî pevçûnê cihê pesindanê ye, û wiha hat zêdekirin: "Em bawer dikin ku divê ev helwest ne tenê ji aliyê Îranê ve, lê ji aliyê hemû welatên herêmê ve jî were teqdîrkirin."
Rexne li Amerîkayê hat kirin
Di peyama HUDA PARê de, hebûna Amerîkayê ya li herêmê hate rexnekirin û wiha hate gotin:
"Eşkere ye ku baregehên Amerîkayê ji bo ewlehî û aramiya welatên ku lê bi cih bûne, ne sûdmend in; berevajî vê yekê, ew dibin sedema pirsgirêkên ewlehiyê.
Divê welatên herêmî parastina aştiya herêmî, aramî û têkiliyên baş ên cîraniyê bikin pêşîniya xwe. Divê welatên îslamî nehêlin ku ax, hewa û deryayên wan ji aliyê êrîşkarên siyonîst-emperyalîst ve werin bikaranîn, û ne jî divê bibin hevkarê zordestiya wan."
Hişyarî ji bo Îranê
Di daxuyaniyê de her wiha ev hişyarî dan Îranê:
"Ji aliyê din ve, divê Îran di çalakiyên xwe yên tolhildanê de xwe ji hedefgirtina herêmên sivîl an leşkerî yên welatên herêmî yên ku bi êrîşan re ti pêwendiya wan nîne, dûr bigire. Wekî din, metirsiya belavbûna vî şerê neheq û neqanûnî li seranserê herêmê dê zêde bibe."