Serokê Herêmê û Serokê Fransa li ser gurbûna șerî axivîn
RûpelNews - Li gor daxuyaniya Serokatiya Herema Kurdistanê ya hat dayin, êvara îro (03.03.2026) Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re axaftinek telefonî drûst kir.
Rîska pevçunan zêde dibe
Di pêwendiyê telefonî de, pêşketinên dawî yên herêmê bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Herdu serok anîn ziman ku pevçunên heyî dibe ku zêdetir bibin û ev rewş ji bo ewlehiya herêmî hessasiyete xwe heye.
Barzanî û Macron diyar kirin ku parastina aştiyê û istîkrarê divê bibe armanca sereke. Herdu aliyan bang li aramiya giştî kirin da ku gerginî zêdetir nebe.
Bang li hewldanên dîplomatîk
Di telefonê de her weha hate gotin ku ji bo kêmkirina krîzê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane, divê hewildanên navneteweyî zêde bibin. Giringiya vekirî mayîna kanalan dîplomasî û diyalogê jî hate balkişandin.
Hat diyarkirin ku di giftûgoyê de mijarên din ên hevbeş jî hatin axaftin.