TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokê Fransa Macron peyamêk bi kurdî weşand

Gülbahar Altaş
Edîtor
📅 07 adar 2026 22:11
Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, piştî peywendiya telefonî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ragihand ku Fransa dê piştgiriya xwe ji bo ewlehiya û aramiya Herêma Kurdistanê bidomîne û li hember êrîşên dawî peyama hevgirtinê da.

RûpelNews - Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, piştî peywendiya telefonî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ragihand ku Fransa dê piştgiriya xwe ji bo ewlehiya û aramiya Herêma Kurdistanê bidomîne.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron piştî vê peywendiyê li ser platforma civakî Xê peyamek bi zimanê kurdî belav kir. Wî di peyama xwe de diyar kir ku Fransa careke din piştgiriya xwe ji bo ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê piştrast dike.

Macron got: “Ez bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re peywendiya telefonî kir. Min careke din tekez kir ku Fransa bi aramî û ewlehiya Iraqê û di vê çarçoveyê de Herêma Kurdistanê girêdayî ye.”

Peyama hevgirtinê piştî êrîşan

Macron her weha bal kişand ser êrîşên ku di rojên dawî de li herêmê qewimîne û diyar kir ku di peywendiyê de peyama hevgirtinê ji bo Barzanî şand. Wî got: “Li hember êrîşên ku di rojên dawî de hatine kirin, min hevgirtina xwe ragihand.”

Hewlên diplomatik ji bo kêmkirina alozî

Serokkomarê Fransa jî diyar kir ku di peywendiyê de li ser astengkirina belavbûna pevçûnan li herêmê gotûbêj kirin. Wî tekez kir ku hewlên diplomatik dê ji bo astengkirina zêdebûna alozîyê berdewam bikin.

Macron di dawiyê de ragihand ku Fransa dê piştgiriya xwe ji bo serweriya û yekparetiya axa Iraqê bidomîne û ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê biparêze.

Parve bike: