TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Serokê Amerîkayê soza nehistina qaçaxçîtiya koçberan da

📅 12 hezîran 2022 21:44

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, di Lutkeya Parzemîna Amerîkayê de, li ser koçberiya neyasayî axivî û soza nehiştina qaçaxçîtiya koçberan da.

Joe Biden got ku pêwîste ew rêyên li ber koçberiya neyasayî ya bi xeter bigirin û destnîşan kir, “Koçberiya neqanûnî nayê qebûlkirin.”

Biden diyar kir ku ew dê ligel cîranên xwe bi kordîne bixebitin û digel çalakiyên nûjen sînorên xwe li hember koçberan bixin kontrolê.

Herwiha Koşka Spî jî bi daxuyaniyekê plana koçberîyê ya digel Îspanyayê ragihand û eşkere kir, li gorî bernameyê wê li Îspanyayê Hondurasî jî tevlî bernameyê bibin û hejmara koçberên li welêt bigihe du qatan.

Parve bike: