Serokê Amedsporê: Me dilê Dia Saba êşand
RûpelNews - Amedspor di hefteya yekemîn a Super Lîga Tirkiyeyê de piştî ku di mala xwe de bi 3-0 li hember Erzurumspor bi ser ket bû lîderê lîgê û bi vê serkeftina xwe li vî welatî bû rojev.
Fitbolîstê tîma Amedsporê Dia Saba di yekem maçê de bi du golên xwe û performansa xwe, wek yek ji lîstikvanên herî berbiçav ên tîmê derket pêş. Piştî tomarkirina gola xwe ya yekem, Saba bi awayekî eşkere nîşan da ku ew formaya 10 nimre dixwaze.
Serokê Amedsporê Nahit Eren di di bernameya ASP Medyayê de, derbarê daxwaza Saba de axivî.
"Me dilê Saba êşand"
Eren diyar kir ku Saba demeke dirêj bû dixwest forma 10 nimre li xwe bike lê ew ji vê yekê ne haydar bû û wiha got:
"Samuel Ballet behs kiribû ku diya wî derbarê formayê de hin hêviyên wê hebûn. Derket holê ku daxwazeke cidî ya Saba jî hebû, min nizanîbû ku wî daxwazeke wiha kiriye. Em di vê mijarê de xelet bûn. Me hinekî Saba êşand, me hestên wî êşand ji ber ku em ji israra wê ne haydar bûn."
"Bi Diagne re ti pirsgirêk tune"
Eren derbarê Mbaye Diagne de axivî û got: "Em bi Diagne û malbata wî re civiyan, me sohbeteke dirêj kir, û wî diyar kir ku ti pirsgirêk tune ye û pabendiya xwe ya ji bo vî bajarî anî ziman."
"Me Erdogan vexwend maça"
Eren diyar kir ku wan Serokomarê Tirkiyeyê Erdoğan vexwendiye maçê û wiha axivî: "Ez bawer dikim ku ji bo şikestina fikrên xerab û reş ên li dijî Amedsporê hatina wezîran di maça yekem a tîma me de gelek girîng bû."
"Ji Sezgin Baran Korkmaz tu pere negihişt aliyê me"
Eren, derbarê bexşa pereyê ya ji Sezgin Baran Korkmaz a ji bo Amedsporê de got, "Têkiliya min a derbarê vê yekê de bi wî re çênebû. Min jî ew li ser medyaya civakî dît. Hejmar ji bo me ne girîng in. Helbet, her bexşeke ku ji Amedsporê re tê kirin, çi qas be bila bibe, ji bo me biqîmet e. Hat ragihandin ku Sezgin Baran Korkmaz gotiye ew ê 5 milyon lîreyan bide Amedsporê, lê me heta niha ti bexşeke wiha negihişt aliyê me."