Serokê Amedsporê Eren: Bila aşti û birati li qadê were nîşandan
RûpelNews - Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de, Eren anî bîra şopînerên xwe ku Amedspor dê di maça xwe ya yekem a Lîga Super de mazûvaniya Erzurumspor FK bike û got, "Herî dawî, li bendêmayîn bi dawî bû."
Eren destnîşan kir ku alîgir dê li yarîgehê bin û bi milyonan kes dê tîmê li ser ekranên xwe bişopînin û peyam da: "Werin em vê êvarê hemû bi hev re werin da ku ruhê aştî, biratî û hevgirtinê di werzîşê de li ser qadê nîşan bidin."
Eren daxwaza xwe anî ziman ku helwest û kelecaneke li gorî nirxên Amedsporê li hemû cîhanê were nişandan û hêvî kir ku ev sezona dîrokî hem ji bo bajêr û hem jî ji bo yaneyê bi serkeftinê were tomarkirin.
Çav li ser maça dîrokî ya Amedsporê ne
Piştî ku sezona borî bi serkeftineke mezin bilindbûna xwe ya bo Lîga Superê misoger kir, Amedspor dê îro yekem maça xwe ya Lîga Superê bilîze. Maça li Yarîgeha Diyarbekirê dê di saet 21:30an de dest pê bike.
Ji ber ku hejmareke mezin a alîgirên ji parêzgehên cîran ji bo maçê hatine Amedê, tê payîn ku tribûn bi temamî tijî bibin. Beriya maçê, rêveberiya her du klûban peyamên hevaltî û biratiyê belav kirin, di heman demê de Serokê Amedsporê Eren banga xwe ji bo alîgiran dubare kir ku bi aramî tevbigerin.
Maç dê ji aliyê Halîl Umut Meler ve were birêvebirin. Maç dê li ser beIN Sports 2, her wiha li ser platformên beIN Connect û TOD zindî were weşandin.
Eren peyama xwe bi van gotinan bi dawî anî: "Rêya me ronî be û kelecana me herdemî be! Bijî Amedspor!"