Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îranê şermezar kirin
RûpelNews - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir û got:
"Armancgirtina Herêma Kurdistanê û destpêkirina ducare ya tundiyê, pêşhateke xeternak û binpêkirineke eşkere ya serweriya Îraqê ye."
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir:
"Ev êriş gefan li aramiya welêt dixwin û dibin asteng li ber hewldanên aştiyê yên li herêmê."
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku 28ê Sibatê dest pê kiribû heta îro, Herêma Kurdistanê bi 904 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Di van êrişan de 29 şehîd û 138 birîndar hene.
Li Silêmaniyê 9 Pêşmerge şehîd ketin
Vê sibehê bi gelek dron û mûşekan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Dezgeha Ewlehiyê ya Herêmê ragihand ku bi 7 mûşekan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê eşkere kir ku di êrişên li Silêmaniyê de 9 Pêşmergeyên wan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Dijîterora Kurdistanê li ser êrişên li Hewlêrê agahî dan û da zanîn ku destê sibehê di navbera saet 04:19 û 05:25an de, Hevpeymanan 8 dronên bombebarkirî li asmanê Hewlêrê teqandine.
Hat diyarkirin ku di êrişên li Hewlêrê de ti zererên canî çênebûne.