TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî wezîrê Îmar û Îskanê Bengîn Rêkanî pîroz kir

📅 04 berfanbar 2022 01:38

PeyamaKurd – Wezîrê Îmar û Îskanê Bengîn Rêkanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bi sedema îro di parlementoya Iraqê de, di dengdanê de baweriya parlementoyê sitendiye û bûye wezîr, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Rêkanî pîroz kiriye. Rêkanî di parvekirina xwe de got:

“Serok Barzanî ferman da min ku di temamê parêzgehên Iraqê de bê ku cudahiyê bixim navbera wan, ji bo xizmeta wan, ji destê min çi were bikim.”

Rêkanî got ku serok Barzanî jê re gotiye; bi xebatên xwe yên baş, divê dilxweşiya hemwelatiyan qezenc bike.

Îro bi wezîrtiya Bengîn Rekanî re wezîrtiya Nizar Amedî jî ketibû ber dengdana parlementoya federal ya Bexdayê û bi piraniya dengan bawermendiya parlementoyê sitendibûn. Amedî bû wezîrê hawirdoriyê ya hukumeta Bexdayê.

Niha di kabîna wezîran ya Bexdayê de 4 wezîrên Herêma Kurditanê hene.

Parve bike: